02 Adar 2017•Rojanekirin: 02 Adar 2017
ADANA
Li Edeneyê di çarçoveya lêpirsîna dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Rexber (FETO/PDY)ê da 25 gumanbar hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyan di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê tê meşandin, Ekîbên Midûriyeta Şaxa Tekoşîna dijî Sucên Organîze û Qaçaxcîtiyê ya Edeneyê, li ser kesên ku tê îdiakirin endamên rêxistinê ne operasyon li dar xist.
Di operasyonê de 25 kesên ku di nav wan de jin jî hene hatin binçavkirin. Gumanbar piştî li Şaxa TIP ya Edenê ji kontrola tenduristiyê derbas bûn şandin ewlehiyê.
Hat îdiakirin ku gumanbarên hatin binçavkirin bernameya "Bylock" bi kar anîne.