30 Mijdar 2016•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2016
ADANA
Îsmet Yilmazê Wezîrê Parastina Neteweyî ji bo şewata li Aladagê di wargeha xwendekaran a taybet da derket wiha got: "Em ê ji vê bûyerê dersê derxin. Ji bo ku dubare neke çi ders hewce dike û çi ji dest tê em ê bikin."
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Îsmet Yilmaz got, "(Kontrolên li wargeha taybet a ku tê da şewat çêbû) Di wê kontrolê da (di kontrola hezîranê da) tu tiştekê neyînî nehat gotin. Salekî berê kontrola gişkî heye. Di salê da 2 caran bi amirê milkî ra kontrol tên kirin. Di wê da pirsgirêkek tune."