24 Mijdar 2016•Rojanekirin: 25 Mijdar 2016
ADANA
Li taxa Sarihamzaliya ku ser Seyhana navçeya Edeneyê ye wesaîteke tê gotin bombe tê da hebû hat qefaltin.
Li gor agahiyên hat hildan piştî êrîşa terorî ya li ber walîtiyê hat kirin polêsan li taxa Sarihamzaliyê dan pey wesayîtekê.
Hat diyarkirin ku şofêr guh neda hişyariya "bisekine" ya ku polêsan lê kir û li ser vê jî polêsan gule berda şofêr.
Di kontrolê da derket holê ku di wesayîtê da mekanîzmaya bombeyê heye. Gelek hêzên teqwiye û pisporên bombeîmhakirinê sewqî cihê bûyerê kirin.
Li herêmê tewdîrên berfireh hatin hildan.