25 Mijdar 2016•Rojanekirin: 25 Mijdar 2016
MALATYA
Meteorolojiyê destnîşan kir ku li Malatya, Elezîz, Dersîm, Bîngol û Adiyamanê wê cemed çêbibe û bila welatî ji bo vê jî hişyar bin.
Midûriyeta Herêma 13mîn a Meteorolojiyê welatiyên li herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ji bo serma û cemedê hişyar kir.
Di daxuyaniya ku ji midûriyetê hat belavkirin de tê gotin ku heta sibê dê li Malatya, Elezîz, Dersîm, Bîngol û Adiyamanê wê cemed çêbibe û hewa jî ewrayî be.
Ji ber vê yekê welatî ji bo ku ji ber serma û cemedê zirarê nebîninin divê tewdîrên berfireh bigirin.