Önder Beyter
23 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2019
CAKARTA
Li Endonezyayê li Girava Sulawesiyê di encama lehî û hezazê da 6 kes mirin.
Li gorî nûçeya kanala Metro TVyê, li başûrê giravê li herêma Gowayê ji ber barana zêde lehî rabû û hezaz çêbû, di encamê da jî 6 kes mirin.
Herwiha xebatên xilaskirina kesên ku ji ber lehiyê di malên xwe da mehsûr mane, didomin û li bakurê herêmê li bajarê Makassarê jî ji ber barana zêde, lehî rabû.
Li Endonezyayê ku îqlima wê tropîkal e, ji ber barana zêde pirî caran lehî radibin û hezaz çêdibin.