İbrahim Atmaca
21 Mijdar 2017•Rojanekirin: 22 Mijdar 2017
ANKARA
Li Enqereyê şeva berîn li navendê heta serê sibê şilî barî, li deverên bilind jî berf ket.
Berfa ewil a demsalê serê sibê li Dîkmen, Oran, Încek û Ahlatlibela navçeya Çankayayê ket.
Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin li ser barîna berfê û îhtimala cemedê bi wesayîtên berfavêtin û xoykirinê va xwe amade kirin.
Li ser rêyên navbera bajaran jî ekîbên Midûriya Giştî ya Rêbejan tevdîr hildan.
Rayedaran ji bo cemedê hişyarî da şofêran.