Türkan Tosun
01 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 01 Cotmeh 2018
ANKARA
Li Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna FETOyê da ji 47 kesên ji ber îdiaya bernameya "ByLock"ê bi kar anîne der barê wan de biryara binçavkirinê hatiye dayîn jê 25 kes hatin binçavkirin.
Di lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê da der barê 47 kesên di saziyên cuda da dixebitin û hat tespîtkirin bernameya bişîfre ya rêxistinê bi kar anîne da biryara binçavkirinê hat dayîn.
Tîmên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriya Ewlehiya Enqereyê bi telîmata dozgeriyê operasyonek dan destpêkirin ku şikbaran bigrin.
Ji bo ku 14 kesên di Wezareta Tenduristiyê û di saziyên tenduristiyê yên taybet da dixebitin, 27 kesên ji wezîfeyên xwe yên li Wezareta Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî hatine derxistin, 3 kesên ji wezîfeyên xwe yên ji Wezareta Perwerdeya Neteweyî hatine derxistin, 2 rêvebirên komeleyên ku hatine girtin û nûçegihanekî medyaya hatiye girtin bên dîtin xebat hatin destpêkirin.
Di navnîşanên hatin tespîtkirin da ji şikbaran 25 kes hatin binçavkirin.
Ji bo şikbarên din jî bên girtin xebat dewam dikin.