01 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 01 Cotmeh 2018
ANKARA
Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku di çarçoveya operasyonên navxweyî yên navbera 24ê Îlon û 1ê Cotmehê hatin kirin da 28 terorîst hatin berterefkirin.
Li gor daxuyaniya wezaretê hêzên ewlehiyê di çarçoveya têkoşîna dijî rêxistinên terorê da di nav hefteyekê da 2 hezar û 429 operasyon birin serî.
Di operasyonan da 681 kes bi hinceta alîkarî û piştevaniya rêxistinên terorê, (Ji ber PKK/KCKyê 171 kes, ji ber çepgiriyê 6, ji ber DEAŞê 43, ji ber FETO/PDYyê 461), 4 hezar û 204 kes ji ber sûcên hişbir, tiryak û qaçaxçîtiyê û 187 kes jî di çarçoveya têkoşîna dijî koçberiya bêdestûr da bi tevahî 5 hezar û 72 kes hatin binçavkirin.
Di operasyonên hêzên ewlehiyê yên ku di vê hefteya dawîn birin serî da jî 28 (9 jê mirî, 11 jê sax-birîndar û 8 jî teslîm bûn) terorîst hatin berterefkirin.
Di dawiya operasyonan da li 3 bajaran 11 stargeh, kozik û şikeft hatin hilweşandin, 7 mayin û teqemeniyên bidestçêkirî hatin îmhakirin, 13 bombeyên dest, 506 kîlogram teqemenî û 16 jê çekên giran û lûledirêj 20 çek û 567 jî fişek û guleyên wan hatin bidestxistin.
Di operasyonên ku çarçoveya têkoşîna dijî hişbir û tiryakê hatin kirin da jî tonek û 544 kîlogram û 500 gram hişbir, 480 hezar û 84 heb hebên hişbirê, 105 hezar û 964 kok kirkirk, 75 hezar û 821 lître sotemeniya qaçax û 232 hezar û 712 pakêt jî cixareya qaçax hat qefaltin.
Der barê 285 kesên ku ji ser medyaya civakî propagandaya rêxistinên terorê dikirin da jî muamaleyên fermî hat kirin.
Ji hêla din va li behr û bejayê jî 8 hezar û 610 koçberên bêdestûr hatin qefaltin.