Fatih Gazioğlu
31 Gulan 2018•Rojanekirin: 31 Gulan 2018
VAN
Wan navend li 7 bajaran dijî PKKya rêxistina terorê da 12 şikbar hatin binçavkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Fermandariya Cendirmeyê ya Bajêr hat dayîn, tîmên Şaxa Midûriyeta Dijî Terorê ya Bajêr di çarçoveya lêpirsina dijî PKKya rêxistina terorê Wan navend li Agirî, Tekîrdag, Hekarî, Mersîn, Bitlîs û Stenbolê di heman dem de operasyon lidarxist.
Di encama operasyonê de 12 şikbar hatin binçavkirin. Di lêgerînên malan de gelek dokîmanên rêxistinî jî hatin bidestxistin.
Daxuyaniyê de hat gotin ku operasyonên bona hizûr û ewlehiya gel wê bênavber dewam bikin.