14 Tebax 2017•Rojanekirin: 15 Tebax 2017
ANKARA
Li ser rêbeja Enqere-Qonyayê otobêsa rêwiyan li çêleka ku ji nişka ve derket ser rê qelibî û gindirî newalê. Di qezayê da 4 kes mirin, 18 kes jî birîndar bûn
Otobêsa rêwiyan ku Erdînç Evîm diajot a bi pilaqeya 77 BN 325 dema ji Erdekê diçû Hatayê li ser rêbeja Enqere-Qonyayê li çêlekeke ku ji nişka ve derket ser rê qelibî û totî şerampolê bû.
Piştî qezayê gelek ambûlans û ekîbên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Ekîban ji otobêsa ku 44 rêwî tê de bûn, cenazeyê 4 kesan derxistin. 18 birîndar jî piştî mudexeleya ewil bi ambûlansan sewqî nexweşxaneyên derdorê hatin kirin.
- Li cihê qezayê qezaya duyemîn
Ji aliyê din ve dema ekîbên tenduristiyê mudexeleyî birîndaran dikirin, wesayiteke ku nasnameya ajovanê wê nediyar a bi pilaqeya 06 ML 81 li kesên kêleka rê û otomobîlên bi pilaqeyên 06 AH 4124 û 34 LE 3913 ku li kêleka rê sekinandî bûn, qelibî.
Di qezayê de Pehlul Kurtê ajovanê wesayita ekîba Ajansa Nûçeyan a Îhlas (ÎHA)yê û 3 kes birîndar bûn. Birîndar piştî mudexeleya ewil sewqî nexweşxaneyê hatin kirin.
Li ser îdiaya ku ajovanê wesayita ku li otomobîlan û li kesên kêleka rê qelibî, serxweş e, ji aliyê cenderme ve hat binçavkirin.
Piştî qezayê 3 saetan tenê aliyekî rêbeja Enqere-Qonyayê hat bikaranîn.