08 Tebax 2018•Rojanekirin: 08 Tebax 2018
ERZURUM
Di operasyona li Qereyaziya navçeya Erziromê da 2 terorîstên PKKyî hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat diyarkirin ku ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Bajêr li çil û çiyayên Guventepeya gundê Qereyaziyê ji vir hefteyekê berê operasyona dan destpêkirin, di operasyonê da bi terorîstan ra ketin pevçûnê û di pevçûnê da wezîfedarekî ewlekariyê birîndar bû.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku piştî pevçûnê li herêmê operasyona berfireh dan destpêkirin û wiha hat gotin:
"Di dema operasyona li çil û çiyayên Guventepeya taxa Qereyaziyê da bi komeke endamê rêxistina terorê ra pevçûn derket û personelekî me birîndar bû. Di pevçûnê da 2 endamên rêxistina terorê hatin berterefkirin. Di teqîbata dema operasyonê da debançeyeke bi degnbir, 2 jarjorên debançeyê, 2 kamerayên termal, 2 tûpên piçûk, parçeyekî sîlahan, 2 kulavên xewê, 8 funye û 100 mêtre kabloya pê teqemeniyê çêdikin, 2 şemsiye, gelek xwarin û xurek û amûrên jiyanê hatin girtin."
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku li herêmê operasyonên li dijî rêxistina terorê bi biryardarî dewam dikin.