21 Gulan 2017•Rojanekirin: 22 Gulan 2017
CENEVRE
Mizgeft û kuliyeya Teşkîlata Civata Îslamî ya Nêrîna Neteweyî (IGMG) ya li bajarokê Annemasseê yê Fransayê hat vekirin.
Serokê Giştî yê IGMGyê Kemal Ergun, Serokê Herêma Alpesê yê IGMGyê Ahmet Yavuz, Serokê Şaxa Hec-Umre ya IGMGyê Tahir Koksay, Serokê Şaxa Annemasseê ya IGMGyê Alparslan Ekinci û gelek vexwendî beşdarî merasîma vekirinê ya li bajarokê ku li ser sînorê Swîsreyê ye, bûn.
Ergun axaftina spasiyê kir û herwiha di axaftina xwe da destnîşan kir ku deriyê mizgeft û kuliyeyê li ber hemû misilmanan vekirî ye.
Piştî axaftina Ergun mizgeft û kulliyeya Annemasseê digel diayan hat vekirin.
Ergun piştî vekirinê daxuyanî da peyamnerê AAyê û wiha xeberda, "Me îro vekirina mizgeft û şaxa xwe ya li Annemasseê pêk anî. Herwiha li vir wê navenda me ya perwerdeyê, kursên zanistên îslamî û kursên strêk wê hebin."
- "Emê bingeha mezgefta herî mezin a Ewropayê bavêjin"
Serokê Giştî yê IGMGyê Ergun bal kişand ku ew li Fransayê li hemû bajarên mezin fealiyetên xwe yên perwerdeyê didomînin û herwiha ewê di 15ê cotmehê da li Strazburgê bingeha mizgefta herî mezin a Ewropa û Balkanan bavêjin.