21 Gulan 2017•Rojanekirin: 22 Gulan 2017
ANKARA
Otobusa ku alîgirên partiyê yên ji bo beşdariya 3yemîn Kongreya Mezin a Deresayî ya AK Partiyê dihatin hilgirtibû, li Polatliyê qeza kir û 32 kes birîndar bûn.
Otobusa bi plaqeya 35 ZJG 80an a alîgirên partiyê tê bûn û ku hêj navê şofêr nehatiye hîn bûn duh êvarê ji Îzmirê derket rê û di saet dora 07.30î da li dîrekê lembaya Derbasoka Bin a Gazîtepeyê ya li Polatliyê ye xist.
Di qezayê da ji 39 kesên di otobusê da bûn 32 kes birîndar bûn û otobusê jî zirar dît. ,
Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên derdorê û hat hînbûn ku rewşa birîndaran baş e.