11 Hezîran 2017•Rojanekirin: 12 Hezîran 2017
GAZÎANTEP
Li navçeya Îslahiyeyê nandirûnê dest pê kir. Li navçeyê ser 135 hezar dekar axê genim hatiye reşandin.
Serokê Odeya Ziraetê ya Îslahiyeyê Mehmet Kose daxuyanî da rojnamegeran û got ku nandirûnê dest pê kir û ew hêvîdar in.
Kose diyar kir, li giştiyê navçeyê ser 135 hezar dekar axê genim, li ser 15 hezar dekarî jî ceh hatiye reşandin, ji ber ku baran îsal baş barî, rekolteya genim wê zêde be.
Kose diyar kir, cotkar li bendê ne ku bihayê genim demildest were eşkerekirin.
Ji cotkarên taxa Gulluhoyukê Yaşar Polat jî got ku îsal bereket ketiye nav genim.
Polat xwest ku biha demildest werin eşkerekirin, hedefa wan ew e ku kîloya genim bi lireyekî bifroşin.