12 Hezîran 2017•Rojanekirin: 13 Hezîran 2017
VAN
Li Çataka navçeya Wanê pira ku di serdema şaredariya DBPyî da li devereke ne xwecihî, li geliyê Korukluyê hatiye çêkirin, ji ber sedema ku bona terorîstên PKKyî hatiye çêkirin, ji cih hat derxistin.
Pira ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya DBPyî li ser Ava Çatakê ya ku 15 kîlomêtro dûrî navçeyê ye, bi 450 hezar lireyî hatibû çêkirin, bi talîmata Qaymeqam Haci Asim Akgul yê ku ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî wekî "Cîgirşaredar" hat peywirdarkirin, hat vereşandin û ji cihê wê hat derxistin.
- "Ev pir bi talîmata terorîstan hatiye çêkirin"
Qaymeqam û Cîgirşaredar Akgul li ciyê pirê, karê vereşandina pirê şopand. Akgul di daxuyaniya xwe ya li vir da destnîşan kir ku li geliyê Korukluyê tu welatî najîn û devereke xwecihî nîne û wiha pê da çû:
"Ev pir rasterast bi talîmata terorîstan hatiye çêkirin. Geliyê Korukluyê jixwe li herêma me konê terorê ye. Devereke xwecihî nîne. Tu welatiyekî me li vir najî. Bi talîmata terorîstan û ji aliyê şaredariya bajarê mezin a berê, mixabin bêyî daxwaza welatiyan qedera 450 hezar lîre pere lê hatiye xerckirin û ev pira bona kişandina wêneyan hatiye çêkirin."
Akgul diyar kir, wan herêma ku pire lê ye xebatên fîzîbîlîteyê kir û wiha got: "Em pireyê çawa rakin û û ji bo çi bi kar bînin. Me li ser vê xebat kir. Li navçeyê 3 pireyên me hene kes li van nanhêre, lê ji bo terorîst li ber wêneyan bikşînin pire çêkirine. Em jî vê pireya ku mafê gel e dibin navendê û ji bo xurtkirina 3 pireyên me perçeyên wê bi kar bînin."
Akgul destnîşan kir, pira ku wan ji herêmê anî wê bi awayekî cuda bi kar bînin, bi vî hawî wê perê millet îsraf nekin û dîsa ji bo millet bi kar bînin û wiha dewam kir:
"Geliyê Korukluyê di heman demê da cihekî stratejîk e ji bo terorîstan. Ji bakurê Iraqê li ser Zozanê Faraşînê ra tên, ji wir jî derbasî Korukluyê dibin û li hev dicivin. Ev der li herêma me cihê kombûna hemû çalakiyên terorê ye. Ji vê derê va êrîşî navenda navçeya Çatakê û Miksê dikin. Ji vê derê va êrîşî Wanê dikin, dîsa ji vî geliyê diçin Hîzana Bîtlîsê."
Ji ber ku ev gelî cihekî stratejîk e terorîstan ev pire li ser daxwaza xwe bi şaredariyên DBPyê dane çêkirin. Me tespît kir ku xêra wê ji welatiyan re tune, bi tenê ew dixebitînin."
- "Werin teslîmê hembêza bişewqet a dewletê bibin"
Akgul bi bîr xist ku du hefte berê di operasyonê de 10 endamên rêxistinê hatine kuştin û wiha bangî wan kir: "Ez ji vir bangî hemû terorîstên PKKyê dikim, werîn êdî teslîmê hembêza bişewqet a dewletê bibin, lewra hembêza gelê me fireh e. Heke sûcek kiribe û poşman bibe ji xwe ewê cezaya xwe bikşîne, heke sûcek nekiribe wê ji xwe ji qanûna poşmaniyê îstîfade bike û wê serbest bê berdan. Rêya wan ne tu rê ye. 40 salin ji heman rêyê çûn û ji wan gelek nebûn 40 salî jî mirin çûn. Heke poşman bin di hembêza dewleta me de ji bo wan jî cih heye."