İbrahim Atmaca
07 Hezîran 2018•Rojanekirin: 07 Hezîran 2018
GAZÎANTEP
Li Îslahiyeya navçeya Gazîantebê dirûna 145 hezar dekar genim û 10 hezar dekar ceh dest pê kir.
Midûrê Navçeya Îslahiyeyê yê Xida Çandinî û Heywandariyê Yuksel Şahîn diyar kir ku li navçeyê dirûna genimê li ser 145 hezar dekar û cehê li ser 10 hezar dekarî dest pê kir û ji ber ku îsal baran xweş barî, li di nav 9 navçeyên Gazîantebê da xêr û bereketa herî zêde li Îslahiyeyê heye û vê cotkar kêfxweş kirin.
Yuksel diyar kir, tê payîn ku cihên avî li serê dekarê 650 û 750 kîlo, li cihên dêmî jî 400 û 500 kîlo genim û ceh were.
Ji cotkarên taxa Erebûşaxiyê Yusuf Dogan diyar kir ku xêr û bereketa îsal zêde ye, lê ew ji zêdebûna mesrefa avdan, toxim, paletî û her wekî din gazin in.