Önder Beyter
12 Îlon 2018•Rojanekirin: 12 Îlon 2018
GAZÎANTEP
Li Gazîentabê biyaniyê ku di operasyona dijî rêxistina terorê PKK/PYDyê da hat binçavkirin, hat girtin.
Li gorî agahiyê, peywirdarên Midûriyeta Şaxa Îstixbaratê ya Fermandariya Cendirmeyên Parêzgehê tesbît kirin ku endamekî PKK/PYDyê li navçeya Nûrdagiyê li taxa Sakçagozuyê xwe di malekê da veşartiye.
Ekîbên Şaxa Dijî Terorê ya Cendirmeyan û Şaxa Tevgera Taybet operasyoneke hevbeş birin ser vê navnîşanê.
Nuh Mihemedê (30) Sûriyeyî ku di operasyonê da hat binçavkirin, piştî kontrola tenduristiyê birin Fermandariya Cendirmeyên Parêzgehê.
Piştî kutabûna miemeleyên li vê derê, berşik sewqî dadgeha nobedar kirin ku dadgehê jî ew ji ber sûcê endametiya rêxistina terorê PKK/PYDyê girt.