05 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2016
DIYARBAKIR
Li Çêrmîka navçeya Diyarbekirê di malekê de şewat derket. Di bûyerê de jê 2 zarok 3 kes mirin.
Li gor agahiyan li taxa Çukurê ji ber sedemeke hê ne diyar e, agir li elyafên ku di şaneşîna malbata Balpetekan de bûn ket. Agir zû belav bû û şewateke mezin derket. Welatiyan û tîmên agirvemirandinê agir vemirandin. Lê Makbule Balpetek (58), Elîf Balpetek (2) ve Îbrahîm Dalkiliç (1) ji ber dû aciz bûn û bênefes man.
Tîman ev kes rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çêrmîkê, lê hersêk jî li nexweşxaneyê mirin.
Kesên li der û dorê gotin ku zarokên li kuçê dileyîstin maytap teqandin û ew pekiya şaneşîna malbatê. Ji ber vê şewat derket.
Ji bo ku sedema şewatê bê zanîn lêkolîn dewam dikin.