Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Bira tu kes sûcên xwe yên dijî mirovahiyê û qetla zarokan di bin kirasê têkoşîna dijî DEAŞê da veneşêre. Tiştên li Sûriyeyê diqewimin trajîk û eşkere ne û di bin kirasê DEAŞê da nayên veşartin."
07 Nîsan 2017•Rojanekirin: 07 Nîsan 2017
TBMM
HATAY
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Bira tu kes sûcên xwe yên dijî mirovahiyê û qetla zarokan di bin kirasê têkoşîna dijî DEAŞê da veneşêre. Tiştên li Sûriyeyê diqewimin trajîk û eşkere ne û di bin kirasê DEAŞê da nayên veşartin."
Serokomar Erdogan di merasima vekirina komî ya ku li Meydana Îtfaiyeyê ya Hatayê hat li darxistin da axvî û wiha got: "Ez ji vê meydanê ji hemû xuşk û birayên xweyên li tax û navçeyên Hatayê ra selamên xwe dişînim. Ez penaberên ku ev çend sal e hûn li vê derê ji wan ra malxweyîtiyê dikin jî selam dikim."
Erdogan got wek demên dîrokê Hatay her tim bajarê biratiyê ye û nîşan da ku bajarê şaristaniyê ye jî.
Serokomar Erdogan got şaristanî bi gotinê va nabe, bi hembêzkirina mexdûr û mezlûman, jiyandinê va mimkun e û îsbata vê jî Hatay e.
Erdogan got, "Mêze bikin tiştên ku Îdlibê qewimîn li holê ne. Îdlib qasî bihustekî dûrî Hatayê ye. We qetlîama ku rejima Sûriyeyê li wê derê kir dît wisa nîne? Zarokên bêguneh, bêsûc û bêparastin bi sîlahên konvansiyonel û kîmyewî va kuştin we dît wisa nîne? Meriv li ber temaşekirina dîmenên wan tamîş nabe. Xwedê teala sebrê bide malbatên wan."
- "Ezê li nexweşxaneyê birîndaran ziyaret bikim"
Serokomar Erdogan got heke îro firsendê bibîne ew ê birîndarên êrîşa sîlahên kîmyewî li nexweşxaneyê ziyaret bike û wiha pê da çû:
"Serê malbat û eqrebeyên zarokên me yên ku di êrîşa kîmyewî da hatin kuştin sax be. Li dinyayeke zarok bihovî tên qetilkirin heqê kesî tuneye xwe di nav hizûr û ewlehiyê da bibîne. Piştî van bûyeran divê her kes vegere û li cî û pozisyona xwe mêze bike. Bira tu kes sûcên xwe yên dijî mirovahiyê û qetla zarokan di bin kirasê têkoşîna dijî DEAŞê da veneşêre. Tiştên li Sûriyeyê diqewimin trajîk û eşkere ne û di bin kirasê DEAŞê da nayên veşartin."
"Serokomar Erdogan: "16ê nîsanê mezheb û tiştên din bidin aliyekî û yekîtiya welatê me bifikirin. Lewra nebêjin 'Esed ji filan mezhebê ye û ez jî ji filan mezhebê me.' Sunî, nusayrî û elewî, rica dikim nekevin vê cudahiyê. Bila wê cudakariyê Esedê zalim bike. Lewra bilêvkirina bi wî zalimî ra Xwedê nîşan nede tê wê meneyê meriv wekî wî be. Na vî zilamî bi qasî milyonek însan nekuştin? Loma ew zilam wê bi lanetê bê bibîranîn. Binihêrin li dinyayê ji xeynî çend dewletan kes li cem wî namîne û çi hewce bike wê bê kirin."
Serokomar Erdogan bal kişand ser bi destê DYAyê êrîşkirina li ser baregeha leşkerî ya Sûriyeyê û wiha pê da çû:
"Ez dixwazim ku bêjim li dijî sûcên şer ên ku rejima Esed bi sîlahên kîmyewî û konvansiyonel va kirin ev gaveke erênî ye. Têrê dike? Li gor min ev jî têrê nake. Êdî bêyî ku li pey hin hesaban bikevin tenê û bi tenê di her qadê da divê ji bo parastina gelê Sûriyeyê gavên bikêr û cidî bên avêtin."