15 Hezîran 2016•Rojanekirin: 15 Hezîran 2016
HAKKARİ
Li Şemdînliya navçeya Hekariyê li dijî terorê operasyon hat lidarxistin, di operasyonê da 3 leşker birîndar bûn.
Li gor agahiya ku hat hildan, li nêzî gundê Şapatanê mensûbên PKKya rêxistina terorê teqemeniyên ku li ser rê bi cîh kiribûn, di dema derbasbûna wesayîta bizirx a leşkeriyê da, teqandin.
Di êrîşê da 3 leşker birîndar bûn. Leşkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şemdînliyê.
Qaymeqam Mûrat Ozturk li nexweşxaneyê serdana leşkerên birîndar kir û derbarê rewşa wan da ji rayedaran agahî hildan.
Li herêma ku êrîşa terorê qewimî, him ji bejayiyê him jî ji asmanan va operasyon hat destpêkirin.