28 Tebax 2016•Rojanekirin: 28 Tebax 2016
HAKKARÎ
Li Şemdînliya navçeya Hekariyê mensûbên rêxistina terorê PKKyê li herêma Samanli û Cedîkanê êrîş birin ser hêzên ewlekariyê yên ku li deverê operasyon bi rê ve dibirin.
Bi guleya pêşîn a terorîstan va du leşker birîndar bûn. Leşkerên birîndar bi helîkopterê rakirin nexweşxaneyê.
Herwisa hêzên ewlekariyê destxwera bersiv dan êrîşê û bi tank û hewanan sînorê herêma Kurdistanê gulebaran kirin û di encamê da 4 terorîst hatin kuştin.
Hat ragihandin ku li deverê operasyon berdewam in.