28 Tebax 2016•Rojanekirin: 29 Tebax 2016
ANKARA
Di çarçoveya operasyona "Mertalê Feratê" ya ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyê û firokeyên hevpeymanê piştgiriya wê dikin da leşkerên Artêşa Sûriya Azad (ASA) gundê Amarne ji rêxistina terorê PKK/PYDyê standin, terorîst kuştin, gelek muhîmat bi dest xistin.
Operasyona Mertalê Feratê ku ji layê Hêza Peywira Taybet a Hevpar a TSKyê û Hêzên Asîmanî yên hevpeymanê li herêma Cerablûsê tê meşandin, berdewam e.
Hêzên ASAyê yên ku Cerablûs ji DAEŞê paqij kirin, ber bi başûrê navçeyê pêşda diçin. Di vê çarçoveyê da hêzên muxalif gundê Amarne yê di destê PYDya baskê rêxistina terorê PKKyê yê Sûriyê da kontrol kir.
Leşkerên ku mensûbên PYDyê kuştin, gelek muhîmatên wekî roket, fîşeng, bombeyên destan, fîşengên hewanê û tifinga nîşdandêr bi dest xistin.
- Fermandarê grûba Nureddîn Zengî Genco
Ahmet Gencoyê Fermandarê grûba Nûreddîn Zengî ku ev grûb li ser ASAyê ye, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku piştî pevçûnan kontrola gundê Amarneyê ket destê wan.
Genco diyar kir, beriya niha herêm di destê mensûbên PYDê da bû û wan ev der ji wan stend û gelek muhîmmat bi dest xistin.
Genco destnîşan kir ku terorîstan di pevçûnan da hewl dan ku gelê sivîl ên gund wek "mertal" bi kar bînin û wiha dewam kir: "Me terorîst kuştin, gelê sivîl rizgar kir."