İbrahim Atmaca
20 Mijdar 2017•Rojanekirin: 22 Mijdar 2017
ŞANLIURFA
Di çarçoveya Projeya Komik a Çandiniya Organîk a GAPê ku bi destê Îdareya Pêşketina Herêma GAPê tê meşandin va li herêmê pembû, zeytûn, hingiv û tirşê hinaran êdî dest pê kir û hilberîna wan bi awayekî organîk tê kirin. Ji bo vê cotkaran di nav xwe da yekîtî jî ava kir û têkilî danîn.
Serokê Îdareya Pêşketinê ya Herêma GAPê Sadrettîn Karahocagîl daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku sektora xidayên organîk her ku diçe li dinyayê pêş dikeve.
Karahocagîl destnîşan kir ku mirov wê teqez vegerin çandiniya organîk û divê hilberîner xwe ji bo vê amade bikin, li 9 bajarên GAPê her bajarek li gor xwe berên organîk çêdikin.
Serokê Daîreya Çandiniyê ya Midûriya Giştî ya Sektorên Îqtisadî û Kordînasyonê ya Wezareta Pêşketinê Taylan Kiymaz jî got ku hikûmet li herêmê piştgiriyê dide hilberînerên çandiniya organîk.
Kiymaz bal kişand ku li herêmê av dê biçe ser zeviyên nû û ev zevî jî ji bo çandina organîk kêrhatî ne û wiha dewam kir:
"Ji bo Tirkiyeyê girîng e ku li vê derê çandinî organîk çêbibe û bi dahateke zêde were firotin. Em dikarin di vê qadê da ji piyaseyên dinyayê zêdetir parê hildin. Em bikaribin vê yekê bikin, dahata me ya îxracatê wê zêde bibe. Li nav welêt jî daxwaz wê zêde bibin. Bi qasî ku em dizanin vê gavê 225 berên organîk hene. Ji van berên sereke tirî, hejîr, findiq, zeytûn, zeyt hene. Hejmar 225 be jî hilberîn pir kêm e, divê em zêde bikin. Heke hilberîn zêde bibe li bazarên îxracatê jî cureyê zêde bibin. Ji vê ra hinek dem divê, li gor min di nav 10 salên pêş me da em ê pêşkevin."