Nihat Kavşut
09 Îlon 2017•Rojanekirin: 16 Îlon 2017
ERZURUM
Tê texmînkirin li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê 2-4 pile zêde bibe.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12emîn a Meteorolojiyê li herêmê hewa wê car caran ewravî û sayî be.
Li herêmê bi şev hewaya herî sar li Erdexanê 2, li Qersê 3, li Agiriyê 5, li Erziromê 7, li Tunceliyê 17 û li Îdir û Erzincanê 11 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin îro hewa li Tunceliyê 36, li Îdir û Erzincanê 32, li Erzirom û Qersê 30, li Agiriyê 31 û li Erdexanê 28 pile be.
Wek mayîn tê texmînkirin li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê 2-4 pile zêde bibe.