22 Hezîran 2016•Rojanekirin: 22 Hezîran 2016
KAHRAMANMARAŞ
Li Pazarcika navçeya Kahramanmaraşê trena bar û wesayîtek li hev qelibîn. Di qezayê de kesek mir û kesek jî birîndar bû.
Li gor agahiyan trena ku ji Meletiyê diçû Îskenderunê li taxa fabrîkayan bi wesayîta ku şofêrê wê Ahmet Şaşkara (32) û plaqeya wê 46 HU 365 bû qelibî.
Di qezayê de şofêr Ahmet Şaşkara birîndar bû û Mahmut Ceren (25) jî di Nexweşxaneya Bajêr ya Necîp Fazil wefat kir.