Nihat Kavşut
27 Gulan 2017•Rojanekirin: 30 Gulan 2017
ANKARA
Otobêsa ji Kastamonuyê derket rê û ber bi Enqereyê va diçû li navçeya Kalecîkê qelibî û di qezayê da 8 kes mirin û 34 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên hatin hildan otobêsa rêwiyan a bi plaqeya 06 FR 0311 ya Sedat Gurer diajot di saet 00.30yî da ji Kastamonuyê derketibû rê serê sibehê di saet dora 06.00an da li cihê ku rêya Çankiri-Çandirê ji hev diqete û di nav sînorê navçeya Kalecîkê da dimîne ji kontrolê derket û di şerampolê da gêr bû.
Di qezayê da 8 kes mirin 11 jê xedar 34 kes jî birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambulansan va sewqî nexweşxaneyên li Kirikkale û Enqereyê kirin.
Li gor agahiyan di qezayê da Îlknur Bidecî (26), Îlhan Ozdemir (42), Alî Yildiz (19), Gamze Duru (25), Oznur Bidecî, Ece Unluer, Rukiye Uyar û Vasfiye Arslan mirin.
- Ji Walîtiya Enqereyê daxuyanî
Walîtiya Enqereyê der barê qezayê da daxuyanî da û ragihand ku şofêr di xew ra çûye û ji ber vê jî qeza qewimî.
Meqamên fermî der barê bûyerê da lêpirsîn dan destpêkirin.