19 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2016
ANKARA
Serokomar Erdogan: "Ji bo parastina îstiqlal û pêşeroja xwe li ku hewcedarî bi têkoşînê hebe em ê li wir bin. Niha ciyê vê Mûsil e. Wê hingê em ê li Mûsilê bin."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di "Civîna Mixtaran a 28emîn" a ku li Kuliyeya Serokomariyê hat çêkirin da xitabî mixtarên ku ji Batman, Bîngol, Burdur, Erzincan, Gazîentab, Gîresun, Îzmir, Kayserî, Konya, Manîsa, Osmaniye, Sakarya, Sêwas, Şanlıurfa, Yozgat û Zonguldakê hatibûn kir.
Serokomar Erdogan diyar kir ku em ê êdî di ser pirsgirêkan da herin û wiha got: "Ji îro şûnda emê li hêviyê nebin ku pirsgirêk bên pêşiya me, em ê hetanî kêr bê ber histûyê me sebir nekin, em ê rizayê nîşan nedin ku hetanî qirika xwe têkevin nav lîçê. Em ê êdî di ser pirsgirêkan da herin. Pirsgirêka me ya terorê heye? Emê li hêviyê nebin ku rêxistinên terorê bên êrîşî me bikin. Eva rêxistinan li ku derê çalakiyan dikin, li ku derê sitar dibin em ê herin wê derê li histûyê wan siyar bibin."
Erdogan diyar kir ku Misaqa Millî nehat parastin û wiha dewam kir: "Mixabin me li sînorên xwe yên li rojava û başûr armancên Misaqa Millî neparastin. Dibe ku hin kes li gor şert û mercên demê hincetan nîşan bide. Ev helwest heta derekê tê qebûlkirin. Ya xirab ew e ku meriv vê rewşa ku ji ber zehmetiyan çêbûye wek esas qebûl bike û hepiskirî bimîne. Em vê helwestê red dikin. Armanca kesên ku Tirkiyeyê ji sala 1923yan vir va hepis kirine, dixwazin li ser erdnîgariyê hebûna me ya hezar salî û paşeroja me ya Selçûqî û Osmaniyan bi me bidin jibîrkirin."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku wê koka yên piştgiriyê didin rêxistina terorê biqelînin û wiha xeberda: "Her kî piştgiriyê dide rêxistina terorê, derfetê pêşkeşî wan dike hebe emê koka wan biqelînin. Ez ji niha va dibêjim, hê jî me ew nedîtine û neqefaltine ku da diçin bila herin, ez evqas eşkere dibêjim. Bi heman awayî li derveyê welêt jî wê yek roja wan a ku bikaribin bi rihetî bêhna xwe bidin wê tunebe."
Erdogan der heqê têkoşîna dijî FETOyê da wiha peyivî: "Em bi FETOyê ra têkoşînê didin, em hemû elemanên vê çeteya îxanetê yên nav qamûyê, yên nav saziyên civata sivîl, yên nav cîhana kar gav bi gav teqîb dikin. Li vî welatî kê îxanetê bike, wê êdî li cem wî kar nemîne. Em ê tu rêxistineke terorê, tu terorîstî li ser vê axê nehêlin. An wê îmha bin, an wê teslîm bin an jî wê bicehimin herin."
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da der barê Mûsilê da wiha got: "Kesên ku naxwazin li Sûriyeyê lîstika wan xera bibe dixwazin asteng bikin ku Tirkiye tevlî operasyona Mûsilê bibe. Dixwazin Tirkiye li ciyê xwe rûnê, temaşe bike û peyra jî çi berdêl dikeve para wê bide."
Erdogan diyar kir ku wê him li qadê bin û him jî li ser maseyê bin û wiha axivî: "Hey rêvebiriya Iraqê, yê ku deriyê xwe ji 300 hezar iraqiyan re vekir û barê te sivik kir gelo Tirkiye nebû? Hinekan ev yek nekir, lê me kir. Ji ber vê dema ku tu ji Tirkiyeyê re tiştekê, gotinekê dibêjî divê tu bifikirî. Tu nikarî dostekî wiha bibînî. Heke tu dostekî wiha biêşînî, tu yê winda bikî. Ji ber vê ye ez bi rojan e dibêjim 'Emê him li qadê bin û him jî li maseyê bin.'"
Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da bal kişand ser Helebê û wiha dewam kir: "Deynê me ye ku di demeke kurt da em agirê ku li Helebê dişixule, bitemirînin. Heleb sînorê ku derê ye? Kilîs, Gazîanteb. Xwedê nekirî li Helebê koçek dest pê bike, herî kêm milyonek mirovê were Tirkiyê. Qusûrê nenihêrin, em bedela vê nadin."
Erdogan der barê axaftina ku do bi Putîn ra kir da wiha got: "Me li ser Helebê xeber da. Ji me ra gotin ku di saet 22.00yan da bombebaran dan sekinandin. Ji me rica kir ku bira Nusra wê derê terk bike. Me di vê mijarê da telîmat da hevalên xwe, ew ê di vê mijarê da bixebitin ku 'Ji bo ku Nusra ji Helebê vekişe û ji bo gelê Helebê hizûr bê bêkanîn çi hewce dike em li ser bixebitin'."
Erdogan wiha axivî: "Bi Sûriyeyê re 911 kîlometre bi Iraqê ra jî 350 kîlometre sînorê me heye. Emê li vê derê cîran bin û emê dengê xwe nekin û ew yên ku sînorê wan li vê derê tuneye ewê têra dilê xwe û li gor hişê xwe xeberbidin. Tiştekî wisa nabe. Ev helwesta me ne daxwaza şer e, ne binpêkirina serxwebûna Iraqê ye û ne jî niyeteke xerab e û bi wan ra jî tu eleqe tuneye. Ji bo parastina serxwebûn û dahatûya xwe kîjan têkoşîn û li kê derê hewce bike emê li wê derê bin û em wisa dixwazin. Niha cihê vê Mûsil e û ji ber vê jî emê li Mûsilê bin."
Serokomar Erdogan di berdewamiya axaftina xwe da wiha got: "Heya niha me bi hezaran DEAŞî dersînor kirin, qedexe danî ser bi deh hezarên ji wan jî ku nekevin nava welatê me. Nexwe tu kes bira pêzanîn û pêşdîtinên me yên di vî warî da piçûk nebîne. Ez dubare wan kesan îqaz dikim ku pişta rêxistinên terorê yên wekî PYD/YPGyê dikin, pişta fanatîkên mezhebî yên wekî rêveberiya Bexdayê û yên mîna rêveberiya Esed ku xelkê xwe qetl dike, dikin. Hûn li ser rêya xelet in, agirê ku hûn hewl didin pêxin, ji me bêtir dê we bisoje."