Abdullah Tel
24 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2019
ANKARA
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di Merasima Nasandina Sepana HGM Kure û HGM Atlasê ya Dibistana Şerê Bejayî ya ku li Dibistana Şerê Bejayî ya Zanîngeha Parastina Neteweyî hat lidarxistin da axivî û got ku ew xebat li ser xêrê bin.
Di axaftina xwe da Serokomar destnîşan kir ku Tirkiye di qada xebatên zanist û teknolojiyê da gelek merhele li pişt xwe hîştin û wiha pê da çû: "Bi Ajansa Fezayê ya Tirkiyeyê ku me ava kir va, li gor baweriya min di xebatên fezayê da em derbasî qonaxeke nû bûn. Îro merîfeta di qada daneyan da û bikaranîna wan wek nîşaneya qewetê tên hesibandin. Ji bo ku dane bibin xwedî qedr û qiymet jî lazim e bi nêrîna xwemalî û neteweyîbûnê xwedî lê bê derketin û ev yek wisa minkun dibe."
Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan bal kişand ser hişê çêkirî ya ku niha li çar aliyê dinyayê di rewacê da ye û wiha pê da çû: "Hişê çêkirî wê di her qadê da mohra xwe li pêşeroja dinyayê bixe û şoreşeke nipînû ye. Divê em vê pêvajoya guherînê awayekî bikontrol birêva bibin. Bêyî amadehiyên hewce dikin ketina nav pêla vê guherînê wê me têxe nav pirsgirêkên pir mezin û em ê bi wan ra rû bi rû bimînin."
Serokomar Erdogan behsa pergala elektronîk a dewletê ya ku di nav gel da wekî "e devlet" tê zanîn kir û got: "Li welatê me jimara bikarhênerên dewleta elektronîkê ji 41 milyonî derbas bû. Teknolojî çi qas pêş bikeve, di mijara hişê çêkirî da teknolojî heta ku biçe jî însan ser her tiştî ra ye û wê wisa dewam bike."
Ji bo geşedana li Venezuelayê qewimî jî Serokomar Erdogan got ku Tirkiye hewlên li dijî demokrasiyê rast nabîne û wiha dewam kir: "Li ku dera dinyayê dibe bira bibe, li ku derê hewleke derbeyê hebe bêyî ku ferqê têxin nav, em li dijî hemûyan in."
Serokomar halê ku niha Sûriye tê da ye jî bi bîr xist û got: "Li Sûriyeyê derdekî me yê dagirkirinê tuneye. 780 hezar kîlomêtreqare axa welatê me, besî me ye. Ez eşkere dibêjim, ji welatan tenê Tirkiye ji bo mebestên însanî li Sûriyeyê ye. Em tu carî bi wî mêjiyê alema Rojava ya ku deriyên xwe li penaberan girtin û her roj di wê ava reş a Behra Spî da li mirina wan temaşe dikirin, tevnegeriyan û em nikarin wisa tevbigerin jî."
- Têkoşîna li dijî FETOyê
Erdogan ragihand ku kesên projeyên li dijî Tirkiyeyê amade dikin her carê bi şekl û şemaleke nû wî derdixin pêşiya gel û welêt û wiha dewam kir: "Ew her bûyerên di 5-6 salên dawîn da ku tên serê Tirkiyeyê perçeyekî wê projeyê ne ku dixwazin welatê me bileqe û bikeve. Me ne di burokrasiya eskerî ne jî ya sivîl de ne jî di alema kar û yên din de hişt ku hesaban di bin dilqê FETOyê da bikin û şehtê li têkoşîna rastîn bidin. Heke kesên neheqî li wan hatibe kirin me heqê wan îadeyî wan kir. Lê heke hin kesên awayekî xwe veşartibin, karibûne xwe veşêrin me ew jî teqîp kirin, dîtin û derxistin pêş edaletê. Me destûr neda wan kesên ku xwestin vê têkoşîna pîroz tevlihev bikin û ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin."
Serokomar got ku di têkoşîna li dijî FETOyê tê kirin da tu dudilî, sistî û sekin tuneye û wê bênavber dewam bike.