İbrahim Atmaca
24 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 29 Rêbendan 2019
SILÊMANÎ
Li navçeya Pencevînê ya wilayeta Silêmaniya Iraqê zarok li ser berfê perwerdeya karateyê hîn dibin.
Keç û kurên ku emrê wan di navbera 6 û 18an da ne, li devera çiyayî ya Pencevînê guh nadin sermaya zivistanê û her roj diçin antrenmanê. Zarok dibêjin ku li ser berfê kêfa wan tê ku perwerdeya karateyê dibînin û xeyal dikin ku beşdarî turnuvayên neteweyî û navneteweyî bibin.
Hîndekarê Navenda Karateyê ya Pencevînê Dana Osman daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew di hefteyê da 5 saetan zarokan perwerde dikin. Osman diyar kir ku wan îsal tiştekî din ceriband û ew li ser berfê perwerdeyê didin.
Osman diyar kir ku ew antrenmanan di hundir da jî dikin, lê ew îsal li ser berfê jî perwerdeyê didin. Osman parast ku perwerdeya karateyê ya li ser berfê ji aliyê fîzîkî û derûnî va feyda xwe heye.
Senarya Samana 12 salî jî got ku ew ji antremanên ser berfê zewqê hildidin û ew 6 meh in perwerdeya karateyê dibîne.