Önder Beyter
13 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2016
MOSKOVA
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva ya Rûsyayê da hat destnîşankirin ku civîna di 15ê cotmehê da di çarçoveya lihevkirina Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Karên DYAyê John Kerry da dê were lidarxistin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku civînê li Lozanê bê lidarxistin û wezîrên karên derva yên Rûsya, DYA û hin welatên herêmê dê beşdar bin û wiha hat gotin, "Di civînê da gavên dumahîkê yên bona çareserkirina krîza Sûriyê dê bên gotûbêjkirin."
Ji hêla din Lavrov hevpeyvîneke taybet da CNN Internationalê û got ku divê Rûsya, DYA, Tirkiye, Erebistana Siûdî û Qatar beşdarî civînê bin.
Kerry diçe Lozan û Londonê
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva ya DYAyê da jî hat gotin ku Kerryê di 15ê cotmehê da biçe Lozanê, di 16ê cotmehê da jî dê biçe Londona paytexta Îngîltereyê.
Di daxuyaniyê da der heqê ziyaretên Wezîr Kerry yên plankirî da tu hûrgilî nehatin dayîn û wiha hat gotin, "Wezîrê me dê li Lozanê bi wezîrên karên derva yên hevkarên me yên girîng ra, li Londonê jî dê bi hevkarên girîng ên herêmî û navneteweyî ra were bal hev û dê mijara çareserkirina krîza Sûriyê gotûbêj bikin."