13 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 14 Cotmeh 2016
VAN
Li 3 bajaran ku navenda wê Wan e di operasyona dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da 18 mela hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlekariyê hatin sitandin, ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Organîze û Qaçaxçîtiyê di çarçoveya lêpirsîna li ser FETOyê da li Manisa, Bidlîs û Wanê operasyon kirin. Ji 24 melayên ku der heqê wan da biryara derdestkirinê hatibû dayîn 18 kesên ku li Miftîtiya Navçeya Îpekyolûyê wezîfe dikirin hatin binçavkirin.
Hat ragihandin ku operasyona li Manîsa û Bidlîsê dewam dike.