01 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 01 Tîrmeh 2016
DIYARBAKIR
Li Lîceya navçeya Diyarbekirê di operasyona ku tê kirin de di encama êrîşa terorîstên PKKyî de 2 esker şehîd ketin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin operasyona "Serdarê Peyade yê Şehîd Turgay Çelîk-1" a ku di 22yê hezîranê de li herêma bakurê rojhilat a navçeya Lîceyê bi berpirsyariya Fermandariya Kolorduya 8emîn dan destpêkirin, berdewam dike.
Di çarçoveya operasyonê de di navbera hêzên ewlehiyê û terorîstan de pevçûn derket. Di encama êrîşa terorîstan eskerek şehîd ket, eskerek bi xedarî birîndar bû. Eskerê birîndar bi firokeyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bingolê û digel midaxaleya ku hat kirin şehîd ket.
Li herêmê operasyon berdewam dike.