15 Nîsan 2017•Rojanekirin: 16 Nîsan 2017
MARDÎN
Li Dêrik û Mezîdaxiya navçeyên Mêrdînê di operasyonên dijî PKKya rêxistina terorê da 6 endamên rêxistinê hatin berterefkirin û 2 terorîst jî hatin girtin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlekariyê hatin sitandin, ekîbên Midûriyeta Ewlekariya Bajêr û Fermandariya Cendirmeyên Bajêr li Dêrikê operasyon birin ser terorîstên PKKyî.
Di operasyonê da qaşo berpirsiyarê rasta GAP-Rihayê U.C. yê ku navê "Kurtay" li xwe kiribû û parêzvaniya Fehman Huseynê ku wek "Bahoz Erdal" dihat zanîn kiribû û L.A. yê ku navê "Bahoz" li xwe kiribû hatin girtin.
Di operasyona li çil û çiyayên Konura gundê Mezîdaxiyê da jî sitargeheke 4 qatî ya 15 metreyî di binê erdê da hat tesbîtkirin.
Hêzên ewlekariyê bangî terorîstên di sitargehê da kirin û gotin teslîm bibin, terorîstan bi guleyan bersiv dan û pevçûn derket, 6 endamên rêxistinê hatin berterefkirin.
Di operasyonê da 6 terorîstên ku navê wan M.Ş.yê bi navê "Kenan", R.E. yê bi navê "Cîger", A.Ç. yê bi navê "Hakî", "Baz", "Siyamend" û "Aslan" in hatin berterefkirin, di sitargehê da sîlah, cebilxane û dokumanên rêxistinê hatin derdestkirin.
Hat ragihandin ku ev terorîst pîlanker û failên gelek êrîşên li Dêrik, Mezîdaxî û Qiziltepeyê ne.