23 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2016
MARDİN
Welatiyên ku beşdarî mitînga "Aramî û Biratiyê" ya li Mêrdînê hat kirin bûn, di dest de alayên Tirkiyê, PKKya rêxistina terorê û êrîşên xayin ên rêxistinê şermezar kirin.
Mitîng bi serokatiya "Platforma Saziyên Civakî yên Sivîl ên Mêrdînê" ku ji 52 komele, weqf, ode û sendîkayan pêk tê hat lidarxistin. Gelek welatî di dest de ala beşdarî mitînga ku li Parka Karayollari ya li ser navçeya Mêrdînê hat kirin bûn. Welatiyan dirûşmên wekî "Bijî Tirkiye", "Em hemû polês, em hemû esker in", "Welat canê min ji bo te feda", "Şehîd namirin, welêt ji hev du perçe nabe", "Kurd û Tirk birane PKK qelleş e" berz kirin.
Welatiyên Tirk, Kurd, Ereb, Suryanî yên ku beşdarî mitîngê bûn pankartên bi sê zimanan li ser dirûşm nivîsandî bilind kirin. Herwiha hin welatiyan jî ji bo piştgirîdayina mitîngê ala bi mal û karxaneyên xwe ve daliqandin.
Polêsan li derdorê bi dorfirehî tevdîr hildan.
-"Em bira ne, em miletek in, em bedenek in"
Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman di mitîngê de axivî got:
"Yên ku nizanin bila bizanibin, yên ku deng neçûye wan bila bibhîzin, bila rêxistina terorê ya cihêxwaz jî bike serê xwe ku; em birayê hev du ne, em miletek in û em bedenek in. Mêrdîn û welatê me di 15ê tîrmehê de jî wekî Herba Rizgariyê li hemberî terorê sekinî û helwesta xwe ya dijî terorê nîşan da. Hikûmet û dewleta Tirkiyê zehf bi hêz e, ew ê vê bela terorê êdî ji rojevê derxîne."
Parlementerê AK Partiyê yê Mêrdînê Orhan Mîroglu got ku ew kesên di bûyerên li Stenbol û Kayseriyê de şehîd ketin bi minet bibîr tînin.
Mîroglu wiha dewam kir: "Em ê tevî ciwan, jin, mêr, Tirk, Ereb, Kurd hemî miletê xwe destûrê nedin ku kirêtiyek were serê welatê me."
Welatî piştî mitîngê bi alayê Tirkiyê heta navenda navçeyê meşiyan û ji vir belav bûn.