23 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 24 Berfanbar 2016
DIYARBAKIR
Serokên şaredariyên ku ji hêla Wezareta Karên Navxweyî va hatin wezîfedarkirin alîkarî dan malbatên eskeran ên ku li Batman, Sêrt û Sûra navçeya Diyarbekirê dijîn lewra rêveberiyên şaredariyên DBPyê alîkarî nedabû wan malbatan.
Li gor Qanûna Der Deqê Alîkariya Malbatên Eskeran ên Hewcedar a bi jimara 4109an şaredarî divê di aştî û seferê da alîkariyê bide malbata kesê ku ji 45 rojan zêdetir eskeriyê dike û hewcedariya wî bi alîkariyê heye.
Di çarçoveya qanûnê da jî şaredarî ji bo malbatên eskeran ên hewcedar di budçeyê da parekê kifş dike û wî ji bo wan xerc dike.
Wezareta Karên Navxweyî bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê da li hin şaredariyan wezîfedarkirin kir û Batman, Sêrt û Sûr jî di nav wan şaredariyan da ne. Piştî wezîfedarkirinê li budçeya van şaredariyan hat mêzekirin û derket holê ku Şaredariya Batmanê 10, ya Sêrtê 3 û ya Sûrê jî 2 sal e qet alîkarî nedaye malbatên esker ên ku hewcedar in.
Li ser vê hersê şaredarî jî ji bo ku di sala 2017an da alîkariyê bidin malbatên eskeran ji budçeyê par cihê kirin.
Alîkarê Waliyê Batmanê Ertug Şevket Aksoyê ku wek Wekîlê Serokê Şaredariya Batmanê ji hêla Wezareta Karên Navxweyî ve hat wezîfedarkirin got ku ji bo welatî xizmeta layiq in bibînin dest bi xebatê kirin û wiha pê da çû: "
Aksoy got, "Di xebatên me yên budçeya îsal da me dît ku di nav 10 salan da qet alîkarî nedane malbatên leşkeran" û wiha pê da çû:
"Hinek budçe dihat veqetandin û dewrî fesleke cuda dikirin. Di 10 salên dawîn da li Batmanê qurişek pere nedane malbatên leşkeran ên hewcedar. Di budçeya sala par da 36 hezar lire pere hatiye veqetandin lê belê ev jî nehatiye xerckirin û dewrî karekî din kirine."
- "Me ji bo malbata leşkerên ku canê xwe feda kirine pere veqetand"
Aksoy destnîşan kir ku leşker ji bo vî welatî wezîfeyê dikin, alîkariya ji bo malbatên leşkerên fedakar wezîfeya rêveberiya herêmî ye.
Aksoy got, "Ji bo malbatên leşkerên ku canê xwe feda kirine me di budçeya 2017an da 420 hezar lire pere veqetand."
- Alîkariyê bidin leşkeran
Di çarçoveya xebatên ku Ceyhun Dîlşad Taşkinê Alîkarê Walî yê ku bi destê Wezareta karên Navxweyî wek Wekîlê Şaredarê Sêrtê hat wezîfedarkirin dabû destpêkirin da hat tesbîtkirin ku Şaredariya Sêrtê 3 sal e qet alîkarî nedaye malbatên hewcedar ên leşkeran.
- Wê pêşiyê arîkarê bidin malbatên şehîd û xaziyan
Li ser telîmeta Taşkin şaredarî wê arîkariyê ewil bidine malbatên şehîd û xaziyan.
Şaredariyê arîkariya ku li şaredariyê didane malbatên ku ji ber êrîşên terorê ji Şirnexê reviyabûn, biryar dan êdî xebatkarên şaredariyê wê teslîmî navnîşana wan bikin.
- Di budçeya 2017an de ji bo malbatên eskeran 73 milyar û 250 lire cuda kirin
Wekîlê Şaredarê Sûrê Arîkarê Walî Bilal Ozkan tespît kir ku ev 2 sal e qet arîkarî nedane malbatên eskeran.
Ozkan ji bo malbatên eskeran di butçeya 2017an de 73 milyar û 250 lire cuda kir.