Türkan Tosun
30 Nîsan 2018•Rojanekirin: 02 Gulan 2018
MARDÎN
Li Midyada navçeya Mêrdînê şahiya trapê (nîşangeriyê) hat kirin.
Şahiya trapê ji hêla Şaredariya Midyadê, Komeleya Kluba Werzişê ya Nişangeran û Nêçîrvanên Midyadê û Komeleya Koperatîfên Tivingên Nêçîrê yên Bixincik va li Taxa Şenkoyê hat lidarxistin.
Siddik Elbîrê Serokê Komeleya Kluba Werzişê ya Nişangeran û Nêçîrvanên Midyadê di destpêka şahiyê de got cara ewil li herêmê çalakiyeke wiha tê kirin û ew dixwazin vê şahiyê wek kevneşop bidomînin.
Elbîr got şahî ji dervayî Midyadê jî eleqeyê dibîne û wiha axivî: "Li Şirnex, Batman û Mêrdînê 180 nîşanger hatin."
Di pêşbirkan de Omer Kiliçê ji Şirnexê bû yekemîn, Selman Çelebiyê ji Midyadê bû duyemîn û Murat Sertkayayê ji Batmanê jî bû sêyemîn.
Ji kesên serkeftî re tivinga nêçîrê, madalya û kupa hat dayîn.