Türkan Tosun
30 Nîsan 2018•Rojanekirin: 02 Gulan 2018
GAZÎANTEP
Çalakiya 4emîn "Rojên Çand û Pirtûkan ên Gazîentabê" ya ku ji hêla Şaredariya Mezin a Gazîentabê û Weqfa Karên Diyanetê va hat lidarxistin, ji hêla 35 hezar kesan va hat ziyaretkirin.
Li gor daxuyaniya Şaredariyê fuar 28ê nîsanê roja şemiyê li Qada Demokrasiyê ya 15ê Tîrmehê hat lidarxistin.
Di fuarê de 100 stand hatin vekirin û heta îro 35 hezar kesan fuar ziyaret kir.
Fuar wê heta 5ê gulanê saet 23.00an vekirî bimîne.
Gelek edebiyatnasên navdar wê bi pirtûkhezan re bên bal hev.
250 weşanxane beşdarî fuarê bûn û 50 hezar cure pirtûk tê firotin.