31 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2016
MARDÎN
Di êrîşa terorîstan a dijî pasevanên ku li ber Serokatiya Navçeya Kiziltepeyê ya AK Partiyê nobet digirtin da 3 pasevan birîndar bûn.
Li gorî agahiyê, terorîstan teqemeniya destçêkirî bi ser pasevanên ku li ber Serokatiya Navçeya Kiziltepeyê ya AK Partiyê nobet digirtin da avêtin û gule agirkirin. Di êrîşê da 3 pasevan birîndar bûn.
Eşkere bû ku talûkeya jiyana birîndarên ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kiziltepeyê tune ye.
Bona desteserkirina terorîstan xebat dan destpêkirin.