31 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 01 Mijdar 2016
ANKARA
Di çarçoveya Operasyona Mertalê Feratê da duh 99 hedefên DEAŞa rêxistina terorê û 4 hedefên PKK/PYDya rêxistina terorê hatin îmhekirin.
Li gor agahiya ku ji Hêzên Çekdar ên Tirkieyê hat dayîn, di roja 69emîn a Operasyona Mertalê Feratê da kontrola gundê Taşlihoyuk, Tell el Hava û Salvana ku li ser Raiyê ne, hatin bidestxistin û li van deran paqijkirina mayînan dewam kir.
Di çarçoveya operasyonê da duhê di pevçûnan da 6 muxalif şehîd bûn, 18 jî birîndar bûn. 99 hedefên rêxistina terorê DEAŞê û 4 hedefên rêxistina terorê PKK/PYDyê hatin lêdan. Tîmên tespît û jinavbirina madeya teqemeniyê ku piştgiriyê didin muxalifan, 6 teqemeniyên destçêkirî îmha kirin. Bi vî awayî ji destpêka operasyonê heya niha 33 mayin û 375 teqemeniyên destçêkirî hatin jinavbirin.
Unsûrên muxalif ji despêka operasyonê heya niha nêzîkî hezar û 350 kilomêtroçargoşe xak kontrol kirin.