18 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 19 Cotmeh 2016
ANKARA
Serokomar Erdogan: "Li ser Mûsilê berpirsiyariya me heye. Loma jî em ê him li ser maseyê bin û him jî li qadê bin."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Navenda Kongre û Çandê ya Beştepeyê di Merasima Heyama Akademîk a Perwerdeya Bilind a Sala 2016-2017an xeberda.
Serokomar Erdogan der barê hilbijartinên rektoriyê da wiha got: "Hilbijartinên rektoriyê ku qaşo demokratîk in, li zanîngehan komparêzî, hizbgerî û nakokiyan zêde dikin. Di nava zanîngehan da pêvajoyeke xirab tê ajotin û ew pêvajo jî bi teqdîrên YOKê û serokomar rewşeke xirabtir distîne. Ji bo vê, divê usûla heyî ya tayînên rektoran bê guhertin. Ez di wê fikrê da me ku wê ji bo zanîngeh û welatê me baştir be."
Erdogan diyar kir ku 5 zanîngeh wek zanîngehên pîlot hatine eşkerekirin û wiha got: "5 zanîngehên me yên ku ji nav 40 zanîngehên ku di sala 2006an da hatibûn avakirin hatin hilbijartin ji bo pêşketina herêmî di beşên ku hewcedarî hene da ewê bên teşwîqkirin. Ez nika 5 zanîngehan û mijarên ku piştgirî bên dayîn eşkere dikim. Di Projeya Cudahiya Misyona Pêşketina Herêmî da Zanîngeha Mehmet Akîf Ersoy a Burdurê di heywandariyê da, Zanîngeha Duzceyê di mijara hawirdor û tenduristiyê da, Zanîngeha Axî Evranê ya Kirşehirê di mijara çandinî û jeotermalê da, Zanîngeha Bîngolê di mijara pêşketina cotkariyê da, Zanîngeha Uşakê di mijara tekstîl, çerm û seramîkê da wek zanîngehên pîlot hatin hilbijartin."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku li zanîngehan komên bi rêxistinên terorê ra têkildar in hene û wiha got: "Em hin xeberan dibihîzin ku li hin zanîngehên me grûbên ku bi rêxistinên terorê ra têkildar in hene û zextê didin ser xwendekarên me yên ku fikrên wan cuda ne. Em ê destûrê nedin tu teşebusê ku mafê perwerdeya ciwanên me were astengkirin. Înşallah em ê serdema pêşiya me van pirsgirêkan çareser bikin û gavan biavêjin û bigihêjin encamekê. Di vê mijarê da berpirsiyariya mezin dikeve ser milê zanîngeh û mamosteyên zanîngehên me û dikeve ser milê ciwanên me."
Erdogan der barê rewşa Sûriye û Iraqê da wiha axivî: "Dema niha tiştên li Sûriye û Iraqê diqewimin dewam dikin, divê nifşên nû gelek tiştan pir baş bizanibin. Gelo Mîsaqa Milî çi ye? Divê em vê baş bizanibin. Heke em Mîsaqa Milî baş hîn bibin, emê berpirsyariya me ya li Sûriyeyê û ya li Iraqê jî fêm bikin."
Erdogan diyar kir ku li Iraqê şerê mezhebî heye û wiha got: "Niha li Iraqê şerê mezhebî heye, em tu carî naxwazin di vî şerî de bibin alî; lê em naxwazin birayên xwe yên erebên sunî, birayên xwe yên Tirkmen jî li wê derê ji hinekan re bikin qurbanî."
Erdogan axaftina xwe wiha dewam kir: "Çavê me ne di erdê Sûriyeyê da ne jî di erdê Iraqê da heye. 780 hezar kîlomêtreqere erd têra me dike. Bi tenê bira tu kes çav berî erdê welatê me nede, ev bes e."
Serokomar Erdogan di berdewamiya xeberdana xwe da wiha got: "Her kî PKKê wek 'rêxistina ku mafên birayên me yên kurd diparêze' bibîne ez ji aqilê wî dikevim şikê. Her kî FETOyê wek 'tevgereke ku ji merivên di halê xwe da' pêk tê bibîne ez bi tenê ji nihêrîna wî na ji niyeta wî jî dikevim şikê. Niyeta min baş bû min wek 'bînê wê îbadet, nava wê ticaret û serê wê jî îxanet' didît lê belê 'îbadeta binî' jî êdî xirab bû. Êdî ez nikarim wê jî bêjim. Çima? Piştî evqas karî heke binî vê nebîne û hesab nepirse bira li qisûra me nenihêrin. Her kî DEAŞê wek encama dînamîkên herêmê bibîne yan tiştekî nizane yan jî derdekî wî yê din heye."
Erdogan der heqê Mûsilê da wiha peyivî: "Sebebeke wê heye ku em îro dibêjin, 'Li ser Mûsilê berpirsiyariyeke me heye, ji ber hindê emê hem li ser masê bin hem jî li qadê bin'. Em hema jixweber vî tiştî bona gotegotan nabêjin. Tu yê ji mesafeyeke bi sedan kilomêtro dûr derkevî û werî, ev bona te heq e, çi ye, Bexdayê gazî kiriyê. Baş e lê 350 kilomêtro sînorê min bi vir ra heye, her kêlî gefxwarin heye. Li vir berpirsiyariyeke min e dîrokî heye, ji ber hindê emê li vir bin. Emê hem li ser masê bin hem jî li qadê bin."