Haydar Şahin
07 Mijdar 2017•Rojanekirin: 08 Mijdar 2017
MUŞ
Li Mûşê hin welatî ji bo ku zivistanê xwe ji sir û seqemê biparêzin dora malên xwe bi naylon û brandayan va dipêçin.
Mîkaîl Şenerê ji Bîleka gundê Mûşê hat navenda bajêr got ji bo zivistana ku zehf sar derbas dibe xwe amade bikin dest bi xebatan kirine.
Şener diyar kir ku bi brandayan va dora xanî û tewleyên xwe dipêçin û got, "Em her sal di mijdarê da vî karî dikin. Em bi vî qaydî hem xwe ji sermayê mihefeze dikin hem jî ji ardû teserufê dikin."
Saraç Fethî Kizilsoyê firoşkarê brandayan jî destnîşan kir ku bi taybetî welatiyên gundî zehf di bin tesîra sermayê da dimînin û wiha pê da çû: "Ji bo ku xwe ji sir û seqemê mihefeze bikin tên branda û naylonan dikirin. Ew pîvanên xwe dibêjin ez jî li gor wê ji wan ra naylon û brandayan didirûm û dibin pê balqon, bencere û dora malên xwe dipêçin. Nika karê me zehf rind e û eşyayên me rind tên firotin."