02 Tebax 2016•Rojanekirin: 04 Tebax 2016
HATAY
Xelkê Hatayê Suleyman Yanik ji ber ku birayê xazî bû, ji leşkeriyê mûaf bû, lê ew dîsa jî xwest û xwebexş çû leşkeriyê. Piştî terhisê Yanik wekî efserê pispor peywira xwe domand.
Yanik di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku ji ber sedema xazîtiya birayê wî, ew mecbûr nebû biçe leşkeriyê, lêbelê ji ber hezkirina welat, dîsa jî ew wekî xwebexş çû leşkeriyê.
Yanik got ku wî ji leşkeriyê pir hez kir û ji ber hindê jî piştî terhîsê wî xwest ku wekî efserê pispor di nava artêşê da bimîne û herwisa wî di 2012an da wekî komando efserê pispor li Boluyê dest bi wezîfeyê kir.
Yanik got ku wî ji destpêka salên xwe yên di nava artêşê da mensûbên FETO nas kir û wiha dewam kir, "Min dît ku di mijara dîn da ew ne jidil in."
Yanik diyar kir digel ku ew li ser karê xwe bû, lê ji ber ku nêzîkî FETO nebû, timî cudakarî li hemberî wî hat kirin û wezîfe û karên baş jî timî didan yên nêzî FETOyê.
Yanik destnîşan kir digel ku ew, efserê pispor bû, lê tevahiya 3 mehan wezîfeya birîna daran dan wî û wiha xeberda, "Digel ku di 2007 Şampiyonaya Kareteyê ya Dinê da sêyemîntiya cihanê, di gulaşê da jî dîsa sêyemîntiya min hebû, ez di warê werzişê da kêm hatim dîtin û seba wezîfeya derva ez nehatim şandin. Kekê min xaziyê Başûrê Rojhilat e. Ji ber ku ez birayê xazî me, leşkerî ji bo min ne mecbûrî ye û ez ji leşkeriyê mûaf im, lê dîsa çûm. Em ji bo vî wetenî canê xwe didin. Merivêkî mîna min jî ji leşkeriyê sar kirin. Di nav me da pir FETOcî hebûn belkî, lê min ew qas texmîn nedikir ku hemû saziyan bi dest bixin."
Yanik got ku tayîna wî salekê şûnda jî derket Kocaeliyê û wiha dewam kir: "Min digot ez hinekî rehet bûm, lê dosyeke xerab li pey min şandine. Li vê derê jî ez û fermandarek me der heqê FETO da nîqaş kir. Min ew rêxistin rexne kiribû, hêrsa wî jî ji vê rexna min hatibû. Her çend ez komando me jî, 4 mehan li ser hev bi min tenê dar dane birîn. Me pir ji pîşeyê xwe hez dikir. Mirovên wiha yên nav dewletê em ji pîşe sar kirin."
- "Ew fermandar vê gavê girtî ne"
Yanik diyar kir, di nav dem û dewranê da zext zêdetir bûn û ji ber vê jî ew dixwaze dev ji pîşeyê xwe berde, her çend malbata wî pê da ket jî wî 2 sal 14 rojan şûnda îstifa kir.
Yanik diyar kir, piştî hewla derbeyê fermandarên ku zext û zorî lê kir, niha girtî ne û ji ber vê jî dilê wî hinekî rehet bû.
Yanik diyar kir, çîleya ku wî ji FETOciyan kişand, di jiyana sivîl da jî xelas nebû û wiha dewam kir: "Min ji bo karmendiyê serî li gelek saziyan da, lê en tu encam derneket. Min paşê fêm kir ku merivên xwe hildidin. Her sazî bi dest xistine."