15 Hezîran 2016•Rojanekirin: 16 Hezîran 2016
MUŞ
Li Mûşê mensûbên PKKya rêxistina terorê êrîşê qereqola cendirmeyê kirin, di encamê da pasevanekî gundan şehîd bû, 2 pasevanên gundan birîndar bûn.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên ewlekariyê hat hildan, terorîstên ku bi wesayitê hatin Kizilagaça ser navenda bajêr, bi roketavêj û çekên lûledirêj êrîş birin ser qereqola cendirmeyê.
Salih Ertenê pasevanê gundan yê bi giranî birîndar bû şehîd ket. Herwiha tedawiya 2 pasevanên gundan ên birîndar li Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê dewam dike.
Ji bo qefaltina terorsîtan li herêmê operasyon hat destpêkirin.