06 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2016
ANKARA
Sererkan Orgeneral Hulusî Akar û hevtayê wî yê Amerîkayê Orgeneral Joseph Dunford hatin bal hev.
Li ser malpera înternetê ya Sererkaniyê hat daxuyandin ku Orgeneral Akar û Fermandarê Hêzên Bejayî Orgeneral Salîh Zekî Çolak ji bo ku hin lêkolînan û kontrolan bikin duh çûn Edenê.
Hat gotin ku Sererkanê Amerîkayê Orgeneral Joseph Dunford jî ji bo ku eyda Noelê ya leşkerên li Încirlîkê pîroz bike hatibû Edenê. Akar û Dunford li Încîrlîkê hatin bal hev.
Piştî hevdîtinê Akar çû ziyareta Walîtiya Edenê û li Fermandariya Tumena Piyadeyê ya Mekanîze ya 6emîn hin kontrol kirin.