Haydar Şahin
26 Gulan 2020•Rojanekirin: 27 Gulan 2020
Koçerên zivistan li Herêma Bûrê Rojhilatê Anadoluyê derbas kirin ji bo heywanên xwe biçêrînin dest bi hilgêrê kirin û hinekên wan piştî rêwîtiya dijwar gihîştin zozanan.
Hewa êdî germ dibe û koçerên zivistana xwe derbas kirin ji bo derekvin zozanan derketin rê. Koçerên qasî 6 mehan li Şanliurfayê man ji bo heywanên xwe derxin zozanên Mûşê derketin rê û rêwitiya wan kêmzêde 50 rojî dewam dike. Koçeran eyda xwe di rêwîtiyê da derbas kirin.
Hewa êdî germ dibe û koçerên zivistana xwe derbas kirin ji bo derekvin zozanan derketin rê. Koçerên qasî 6 mehan li Şanliurfayê man ji bo heywanên xwe derxin zozanên Mûşê derketin rê û rêwitiya wan kêmzêde 50 rojî dewam dike. Koçeran eyda xwe di rêwîtiyê da derbas kirin ( Abdullah Çelik - Anadolu Agency )
- "Karê me zor e lêbelê nanê me ji vê tê"
Şaban Toktaşê piştî rêwiya 45 rojan dewam kir hat Sarîçîçeka gundê Bîngolê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku 5 roj şûnda ew ê bigihîjin zozanên Mûşê.
Toktaş got ji ber ku hê qismeke zozanan bi berf e çêreçêre heywanên xwe dibin, ji bo bigihîjin zozana Suduraxiya gundê Mûşê guh nadin baran, bager û heriyê rêya xwe ya 500 klomêtreyî dimeşin.
Toktaş got ku piştî rêwîtiya 50 rojî dewam dike ew ê bigihîjin zozanê û rêwîtiya xwe temam bikin. Toktaş got karê kal û bavan bi hezkirin didomînin.
Toktaş destnîşan kir ku çêrandina pêz gelek îbi zihmet e, rêwitya wan jî zor e lêbelê dema derdikevin zozanê hemû tengasiyan ji bîr dikin û wiha axivî: "Karê me zehf zor e lêbelê nanê me ji vir tê. Em ji kal bavan vî karî dikin. Heke bi hezkirin nekim vê tengasiyê nakişînim."
Toştak diyar kir ku zozan hênik e, av û tebîeta wê xweş e û wiha pê da çû: "Zihmeta me jî zêde ye. Ya rastî dibê her kes aliyê me bike û Tirkiye pêş bikeve. Dema her kes bibe karmen hûn ê goşt û şîr ji ku derê bînin? Her kes bibe şivan jîwê çaxê karên din nameşin. Em aliyê hevdu bikin Tirkiyeya me pêş bikeve."
Rêwîtiya koçeran a dijwar dewam dike
- Eyda Remezanê di rê da derbas dibe
Toktaş destnîşan kir ku eydê di rê da derbas dikin û got, "Zivistan bi zihmet e, dema derdikevin zozanê ez her zihmetiyê ji bşr dikim."
Toktaş got ku piştî derketin zozanê ew ê dest bi çêkirinê penîr bikin, ji vê bira pêz 5 malbat debara xwe dikin.
Orhan Toktaşê şivantiya pêz dike jî got ji ber ku hê li zoanan hewaya zivistanê heye hêdî hêdî diçin û heywanên xwe diçêrînin.
Orhan Toktaş destnîşan kir ku zihmetiyên hilgêrê zêde ne û wiha axivî: "Dema şilî dibare zehf zor e. Mal tune, bi şev û bi roj li derva yî. Dema şilî dibare pez nasekine. Şilî ku 2-3 rojan dewam bike em pêrşîna dibin.
Toktaş got ku 6 mehan li Şanliurfayê dimînin, 2 mehan di rê da derbas dikin û 4 mehan jî li zozanan dimînin.