09 Îlon 2016•Rojanekirin: 10 Îlon 2016
MUŞ
Li Mûşê teqemeniya bidestçêkirî ya ku di rêya trenê da hatibû bi cihkirin di dema derbasbûna trenê da hat teqandin û hin vagon ji rê derketin.
Li gor agahiyên hatin hildan nêzî Yorecîka gundê ser navenda Mûşê teqemeniya bidestçêkirî ya ku di rêya trenê da hatibû bi cihkirin dema trena bar a ku sefera Tetwan-Elazigê dikir derbas bû hat teqandin.
Ji ber teqînê hin vagonên trenê ji rêya trenê derketin û virvirîn derdorê.
Hêzên ewlehiyê ji bo qefaltina terorîstan bi piştgiriya hewayî operasyon da destpêkirin.