19 Mijdar 2016•Rojanekirin: 21 Mijdar 2016
ÎSTANBUL
Li Navenda Paşdaşandinê ya li Qumqapiyê şewat derket û 3 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, ji ber sedemeke ku hê nayê zanîn li Navenda Paşdaşandinê ya Midûriyeta Îdareya Koçê ya Walîtiya Stenbolê şewat çêbû.
Li ser îxbarê gelek ekîbên agikujiyê sewqî dewsa bûyerê kirin. Koçberên li navendê derxistin hewşa paşiya navendê.
Polêsan li der û dora navendê tewdîrên ewlehiyê girtin, ekîbên agirkujiyê yên Fatîh, Beyoxlu û Bayrampaşayê midaxeleyî şewatê kirin. Piştî midaxeleya ekîban şewat hildan bin kontrolê, di şewatê da 3 kes birîndar ketin.
Wek mayî di dema şewatê da hin penaber revîn.