19 Mijdar 2016•Rojanekirin: 21 Mijdar 2016
ANKARA
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê bi terorîstên ku hatin kuştin ra gelek cebilxane hat girtin.
Di daxuyaniya Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê da (TSK) hat diyarkirin ku îxbar hatiye ku endamên rêxistina cihêkar li Nisêbînê amûrên jiyanê li motorekê kirine û ewê bibin taxa Daxîçiyê, li ser vê teyareyên bêmirov va ew teqîb kirine û firokeya ATAKê va gule berî terorîstan dane.
Di daxuyaniyê da hat destnîşan kirin ku 2 terorîstên ber bi taxa Yelekliyê revîn di pevçûnê da hatin kuştin û paşê di lêgerîna li herêmê da cesedê herdu terorîstan, tivingeke M-16ê, debançeyek, dûrbînek, kamerayeke şikestî, karteke têlefonê, 4 jarjorên M-16ê ên şikênaştî, 2 bombeyên destan û dokumanên rêxistinê hatin girtin.