21 Mijdar 2015•Rojanekirin: 21 Mijdar 2015
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê piştî qedexeya derketina derve ya ku hat îlankirin operasyonên ser terorîstên PKKyî berdewam dikin.
Piştî qedexeya derketina derve ya ku di 13ê sermawezê roja înê di saet 21.00an de li Nisêbînê hat îlankirin ji bo hendeqên ku li kûçe û kolanan hatin vedan bên girtin, bergirî û brandayên ji bo kamûfleyê bên rakirin û navçe ji terorîstan bê paqijkirin operasyona dan destpêkirin û ev operasyon berdewam dike.
Di dema rakirina bergiriyan de hêzên ewlehiyê gule barandin ser terorîstan û li ser vê yekê pevçûn derket, teqemeniyên ku li rêyan veşartibûn hatin teqandin.
Di operasyonê de hendekên ku terorîstan kolabûn hatin girtin, bergirî û branda hatin rakirin. Jimara terorîstên ku hatin kuştin derket 15 kesan.
Di vê navberê de tesîra tehrîbatên ku rêxistina terorê da navçeyê balê dikşîne. Li taxên ku terorîstan hendek kolan û bergirî danîn de gelek kes malên xwe terikandin.
Ji ber ku terorîstan zirar dan trafoyan li gelek cihên navçeyê cêyran û av çûn.