Abdullah Tel
02 Hezîran 2017•Rojanekirin: 02 Hezîran 2017
MARDÎN
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê di bernameya fitarê da sema hat kirin.
Şaredariya Nisêbînê ya ku bi Biryarnameya di hikmê Qanûnê da lê wezifedarî hat kirin li Navenda Çandê ya Mîntanniyê bernameya fitarê organîze kir. Di bernameyê da dia hat kirin û Qurana Pîroz hat xwendin.
Wekîlê Şaredarê Niêbînê Ergun Baysal axivî û diyar kir ku wê seranserê remezanê her carê li taxekê wê bernameyê organîze bikin.
Piştî axaftinê sema hat kirin û welatiyan bieleqe li semageran mêze kir.